Efrîn.. Erebên hawerde li dijî xalên Tirkiyeyê xwenîşandanan dikin

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li herêma Efrînê Erebên hawerde li dijî xalên Tirkiyeyê dest bi xwenîşandanan kirin, alozî derketin û hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar bi guleyan destêwerdan kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û bajarokên Etarib û Ebizmo yên li rojavayê Helebê, îro (Duşem, 01.07.2024) xwenîşandan li dijî kiryarên nijadperestî yên Tirkan li dijî penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê tên kirin derketin.

Li dû zanyarên K24ê, di wê xwenîşandanê de alayên Tirkiyeyê ji aliyê Erebên hawerde ve li hejmareke rêbendan hatin danîn.

Herwesa tê zanîn ku, li Efrînê xwenîşanderan êrîşî cihê Waliyê Tirkiyeyê li Efrînê kir, lê zêrevanan bi guleyan bersiv dan û di encamê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.