Parêzgeriya Dîlokê: Bila hemû alî rêyê li mezinbûna bûyeran bigirin

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Dîlokê di derheqa wan dîmenan de ên ku di medyaya civakî de belav bûne ku tê de tê dîtin li Suriyeyê êrîşî wesaîtên Tirkiyeyê tê kirin û sivikatî bi alaya Tirkiyeyê tê kirin de daxuyanî da û bang hate kirin ku herkes berpirsiyarane tevbigerin.

Li bajarê Kayseriyê bi îdîaya destdirêjiya hember zarokekê êrîşî mal û kargehên Suriyeyîyan hatibû kirin û li ser vê yekê jî li Suriyeyê li ElBabê dîmenên ku êrîşî wesaîtên Tirkiyeyê tê kirin hatibûn belavkirin û heta di dîmenan de tê dîtin ku sivikatî bi alaya Tirkiyeyê tê kirin.

Li ser vê rûdanê jî Parêzgeriya Dîlokê daxuyaniyek belav kir û di derheqa dîmenên ku di medyaya civakî de belav dibin de hat amajekirin ku bila her alî li dijî belavbûna nefret û kînê tevbigerin û heta ku di derheqa dîmenan û rewşê de zanyariyên teqez werin bidestxistin jî bila her alî bi awayekî berpirsiyarane tevbigerin û rê li ber rûdanên neyînî bigirin da ku bûyer mezintir nebin.

Her wiha di derheqa bûyera Kayseriyê de jî Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de 67 kes hatine binçavkirin û her wiha di derheqê dosyeya dozê de biryar hatiye dayîn ku bi awayeke veşartî bimeşe.