Şaxewan Ebdula arêşeya bêaviyê ya taxa Kurdistanê li Kerkûkê çare dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî diyarkirina nerazîbûnê û kombûnên welatiyên taxa Kurdistanê ya Kerkûkê li dijî nebûna ava vexwarinê, Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê arêşeya wan çare dike.
Nûnerê Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê li Kerkûkê Elî Ednan ragehand, “Piştî ku welatiyan skalaya xwe gehand cem Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula, em li ser raspardeya Şaxewan Ebdula li dû wê arêşeyê çûn û em bi Birêveberê Birêveberiya Avê ya Kerkûkê re axivîn. Wî jî bi spasî ve soz da me ku di dema du rojan de çareseriyeke guncayî ji bo arêşeya bêaviyê ya wê taxê peyda bike.”
Elî Ednan amaje jî da, “Em welatiyên wê taxê û tevaya taxên din jî piştrast dikin ku, Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê ji bo çarekirina tevaya wan arêşeyên rûbirûyî wan dibin li ser xetê ne.”
Di çend rojên borî de jî, li ser rênima û raspardeya Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê, mezintirîn pirojeya avrêjan li taxa Penca Eliyê ya Kerkûkê hat bicihanîn û biryar e arêşeya kêmaviyê jî li wê taxê bê çarekirin.