Nêçîrvan Barzanî: Nemsa dixwaze peywendiyên xwe yên aborî û siyasî bi Herêma Kurdistanê re bipêş bixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê li Viyenayê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, “Nemsa dixwaze peywendiyên xwe yên aborî û siyasî bi Herêma Kurdistanê û Iraqê bipêş bixe. Me jî di hevdîtina bi Serokê Nemsayê re, daxwaza vekirina konsulxaneya wî welatî li Hewlêrê kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka serdana xwe bo Nemsayê de ragihand, wan li ser vexwendineke fermî serdana Nemsayê kir û bi Wezîrê Derve û Serokê Nemsayê re peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Herwiha got: “Pêwendiyên me yên dêrîn bi Nemsayê re heye û Wezîrê Derve yê Nemsayê di serdana xwe ya dawî ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê de, em vexwendin serdana welatê wan bikin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Nemsa dixwaze peywendiyên xwe zêdetir pêş bixe û piştî vekirina balyozxaneya xwe li Bexdayê, me daxwaza vekirina konsulxaneya wan li Hewlêrê kiriye. Ji bo vê mebestê jî em ê di peywendî û şopandinê de berdewam bin û balyozê Iraqê li Nemsayê jî li ser wê yekê dixebite.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku dixwaze peywendiyên xwe yên aborî û siyasî bi Herêma Kurdistanê û Iraqê bipêş bixe.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: “Me spasiya pêşwaziya Serokê Nemsayê kir û hêvî xwest ku peywendiyên me zêdetir pêş bikevin.”
Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî de Nêçîrvan Barzanî got ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asteke baş de ne. Tevî ku hemû pirsgirêk nehatine çareserkirin jî, lê serdanên wan, yên serokwezîr û şandeyên din ên hikûmetê, di çarçoveya hewlên çareseriya bingehîn a pirsgirêkan de ne.
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Bexda li ser çareserkirina pirsgirêkan ciddî ye û Herêma Kurdistanê jî dê li ser rola xwe ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan berdewam be, ku hinek ji wan pirsgirêkan dem jê re pêwîst e û di şevekê de nayin çareserkirin.”