Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Nemsayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Hofberg bi Serokê Nemsayê re civiya. Her du aliyan behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Nemsayê de kirin û xwesteka xwe ya pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyan di hemû waran de nîşan dan.
Serokê Nemsayê Alexander Van Der Bellen îro 2ê Tîrmehê li Koşka Hofbergê, pêşwazî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtina bi Serokê Nemsayê re, guftûgo li ser hevkariyên hevbeş û pêwendiyên Nemsa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Her du aliyan dîroka peywendiyan û asta wan a niha de bilind nirxandin, û daxwaza xwe ya pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyan di hemû waran de dubare kirin.
Herwiha rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, pêkanîna sîstema federalî û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a Nemsayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, herwiha amadehiya Nemsayê û rola wê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Nemsayê tekezî li ser berdewamiya piştevanî û hevsoziya welatê xwe bo gelê Kurdistanê û mafên wî kir.
Herwiha di civînê de rewşa pêkhateyan û mafên wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du alî li ser pêwîstiya alîkariya Êzidiyan ji aliyê civaka navdewletî ve hevnêrîn bûn, ku yek ji qurbaniyên herî mezin ên terorîstên DAIŞê ne.
Di civînê de ku Balyozê Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Nemsayê jî amade bûn, ronahî hate xistin ser peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê, guhertina keşûhewayê û giringiya hevkariyên berfireh ji bo rûbirûbûna metirsiyan gotûbêj kirin.