Fraksiyona PDKê civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Neynewayê baykot kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Neynewayê, civîna îro ya encûmenê ku taybet bû bi destnîşankirina berpirsên îdarî yên navçe û qezayên parêzgeha Neynewayê, baykot kir. Endamekî Fraksiyonê got ku civîn neyasayî bû.

Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê ji Fraksiyona PDKê Ehmed Nazim Duberdanî ji K24ê re ragihand: “Me civîna îro baykot kir, ji ber ku rojeva civînê neyasayî bû. Ev yek berûvajî naveroka nameya Sekretariya Encûmena Wezîran a Iraqê bû ku daxwaz kiribû guhertin di yekeyên îdarî yên parêzgehan de çênebin.”

Duberdanî got jî: Heta derketina biryara Encûmena Dewletê ya guhertina yekeyên îdarî yên parêzgehan, kî xwedî desthilat e ku van guhertinan bike.”

Diyar kir jî: “Nakokeke yasayî heye ka desthilata encûmenên parêzgehan an parêzgar e heye ku guhertinan di postên serokên yekeyên îdarî de pêk bînin, yan jî divê li herêman hilbijartin ji bo berpirsê yekem yê van yekeyên îdarî li herêman bên kirin.”

Encûmena Parêzgeha Neynewayê bi bêyî amadebûna endamên Fraksiyona PDKê, Seydo Xeyrî wek Qeymeqamê Şingalê, Xelîl Habiş wek Qeymeqamê Teleferê, Reid Nasir wek Qeymeqamê Tilkêfê, Elî Salih Mazî wek Qeymeqamê Hezerê, Elî Mihemed Cideya wek Rêveberê Navçeya Şore û Usame Şahir wek Rêveberê Geyareyê destnîşan kirin.

Fly Erbil Advertisment