PSK û PWKê qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn

Diyarbekir (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistan û Partiya Sosyalîsta Kurdistan bi peyaman di 31. Salvegera wê de komkujiya Sêwasê bîbîranin ku muzîkjen, nivîskar û helbestvan jî tê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dabun.
Bi boneya 31. Salvegera Komkujjiya Sêwasê Partiya Welatparêzên Kurdistan û Partiya Sosyalîsta Kurdistan peyamên bîranînê parve kirin.
Peyama PSKê:
“Di encama êrîşa İslamiyên tundrew li ser Şahiya Pir Sultan Abdal li Sewasê, Otela Madimak hatibû şewitandin û têda 33 nivîskar, hozan û ronakbirên Alevî hatibûn kuştin. Îro li ser katliama Madimakê 31 sal derbas dibe, lê belê Otela Madimak hêşta ji dişewite. Ji ber ku; Siyaseta asimilekirin û ji holêrakirina Kurd, Alevî û pêkhateyên din yên netewi û olî a dewleta Tirk berdewam e, Berpirsên rasti yên komkujiya Madimakê, ku di kurahiya dewletê hatiye amade kirin û li ber çawê hêzên asayişa dewletê hatiye ci be kirinê, hêşta jî nehatine dadigeh kirinê, Serokwezirê vê demê Tansu Çiler, ku gotibû “Şikir bo Xwedê çu zirar li cemaate negihişt”, ku bona şewitandina Madimakê li ber otelê kom bibûn, hêşta jî li ba dewlet û hikumata heyî xudanê qedir û qiymet e, Berpirsên mezin, ku di amade kirin û ci be ci kirina Qatliema Madimakê da rola wan hebû û li ber dadigehê kujer û qetilkaran parastinê, bûne wezîr, nuner û serokê şaredaran, Di dema R. Tayip Erdogan da, ku gotibû “em icaze nadin tu tawan di kuçê û kolanên Enqerê da wunda be,” gelek tawanbar, ku derhaqa wan da Bultena Sor hatibû derxistin, ji dewlete muçe girtin, Gava Doza Madimakê ji ber derbas bûna dema diyarkirî ket, Erdogan got, ku “adalet cigir bû”, Rêxistin û rojnamevanên, ku bona eşkere kirina rastiyên komkujiyê kar û xebat dikirin, ketine ber êrişa dewletê rê li ber wan hate girtin, Çalakiyên, ku bona bi bîr anina qurbanên Madimakê têne amade kirine, têne qedexe kirine Ji ber wan sedem û weki wan, şewata Otela Madimakê heya, ku berpirsên rasti yên komkujiyê eşkere dibin ê têne dadigeh kirinê, heya ku dewlet ji malbatên qurban û komelgeha Alevî daxwaza lêborinê bike, heya ku mafên demokratik yên Alevi bê qeyd û şert bêne nasin û Desturê da ci bigrin, wê berdewam be. Em komkujiya Madimakê careki dinê protesto dikin. Li ber hizura qurbanên Madimakê qirnoş dibin. Em piştgirê xebata Aleviyan e, ku bona bi dest xistina mafên xwe yên rewa dikin.”
Peyama PWKê:
“Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn. Di roja 2yê Temmûza 1993yan de, qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û hotêl şewitandin. Di encamê de 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn. Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê. Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû. Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza kirin. Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin. Em di 31emîn salvegera vê qetlîamê de, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin.”