Viyan Dexîl: Armanca hin aliyan guhertina demografiya Şingalê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ragihand, heta niha 2500 keç û jin di bin destê DAIŞê de mane. Herwiha got jî, hikûmeta Iraqê giringiyê nade pirsa Şingalê û jenosîda Êzdiyan.

Berdevka PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ji K24ê re ragihand, piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Êzidiyan, projeyek gelek giring e ji bo gelê Êzidî û rizgarbûyên ji destê DAIŞê.

Viyan Dexîl tekez kir, ev yekem destpêşxeriya piştevaniya bihêz e ku ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve ji keç û jinên Êzidî re tê pêşkêşkirin.

Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, keç û jinên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, pêwîstiya wan bi piştevaniyeke wiha ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî heye.

Da zanîn jî: “Zêdetirî 3500 keç û jinên Êzidî bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin û li gorî agahiyan, hîn 2500 keç û jinên din jî di destê DAIŞê de mane.

Herwiha got: “Tevî pêdagiriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo parastina Êzidî û koçberên Şingalê, heta niha hikûmeta Iraqê pabendî rêkeftinên ligel Herêma Kurdistanê nebûye.”

Vian Daxîl diyar kir, hikûmeta Iraqê girîngiyê nade mijara Şingalê û qirkirina Êzidiyan. Herwiha got: “Li cîhanê ti hikûmeteke ku zilm û zordariya li ser welatiyên xwe qebûl bike, nîne.”

Diyar kir jî: “Hin alî hene ku armanca wan guhertina demografiya Şingalê ye, wek nimûne, hikûmeta Iraqê fişarê li ser koçberan dike da ku vegerin, di demekê ku ti tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Di vê rewşê de, koçber ne amade ne vegerin, eger venegerin jî, bêguman dê kesên din cihên wan bigirin û dê demografiya wan biguherînin.”

Ev gotinên Viyan Dexîl di demekê de ye, îro 2ê Tîrmehê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmên ragehandina bernameya piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyîyên destê terorsitên DAIŞê li Hola Seid Ebdula li bajarê Hewlêrê bi rê ve çû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de jî got: “Piştî 10 salan di vê karesat û komkujiyê re, hêşta rewşa devera Şingalê asayî nebûye. Herwesa ji ber xwesepandin û komên çekdar ên neqanûnî, xûşk û birayên me yên Êzidî li kempan mane û nekariye vebigerin cihên xwe û ji ber vê yekê jî heta niha deverên wan nehatine avedankirin.

Herwiha got: “Di vê helkeftinê de, em piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewa yên xûşk û birayên xwe yên Êzidî tekez dikin û pêdivî rewşa neasayî ya Şingalê bê bidawîanîn û lihevkirina Şingalê wekî xwe bê bicihanîn û rewşa wê deverê bê asayîkirin, ji bo ku em bikarin bi alîkariya Hikûmeta Federalî û Civaka Navdewletî wê deverê avedan bikin û desthilata wê deverê jî ji bo xelkê resen ê Şingalê vegere.”

Fly Erbil Advertisment