Geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo demekê tên rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê radigehîne ku geştên wê ji bo demekê tên rawestandin.
Birêveberiya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nameyeke haydariyê belav kir û tê de ragehand ku îro (Çarşem, 03.07.2024) ji bo dema sê seetan geştên wê tên rawestandin.
Di ragehandina Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de hatiye, “Em geştyarên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê haydar dikin ku geştên balafirxaneya me ji ber meşqeke hawarhatinê li nav balafirxaneyê ji bo dema sê seetan tên rawestandin.”
Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê herwesa welatiyan jî haydar dike ku hebûna hejmareke zêde ya ambulans û erebeyên Bergiriya Şaristanî û tîmên polîsan û Asayîşê li derdora balafirxaneyê girêdayî wê meşqê ye, lewma jî çi tiştek nîne ku bibe sedema nîgeraniyê.