Hejmareke dikandarên Qeyseriya Hewlêrê skala tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke dikandarên Sûka Qeyseriyê ya Hewlêrê li Bingeha Polîsên Xaneqayê skalaya qanûn li ser tometbarên ku agir berdabû wê sûkê tomar kir.
Yek ji wan dikandaran ji K24ê re got, “Me skalaya xwe tomar kir û daxwaza me ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî rêkarên tund li dijî tawanbaran bi cih bînin. Ji ber xirabiya rewşa darayî, em hêvîdar in ku em bên qerebû kirin.”
Herwesa wî dikandarî spasiya Bingeha Polîsên Xaneqayê jî kir û got, “Ez daxwazê ji dikandarên din jî dikin ku bên û li vê bingehê skalaya xwe tomar bikin.”
Dikandarekî din jî got, “Alîkarî û hêsankariyên Bingeha Polîsên Xaneqayê ji bo tomarkirina skalayê li dijî wan kesên ku agir berdabû Sûka Qeyseriyê Hewlêrê gelek alîkariya me dikandaran kir. Çavê me li wê yekê ye ku Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên rijd ji bo sizadana tawanbaran û qerebûkirina zirardîtiyan biavêjin.”
Piştî eşkerekirina tometbarên serekî yên şewitandina sûkên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê li roja Duşemê, 01.07.2024, di konferanseke hevpar a rojnamevanî de li Bexdayê di navbera wezaretên navxwe yên Îraq û Herêma Kurdistanê, sê ji tometbarên ku agir berdabû wan sûkan ku hatine desteserkirin hatin eşkerekirin.
Serokê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî di wê konferansê de daxwaz ji zirardîtiyan kir ku serdana nêzîktirîn bingeha polîsan an jî dadgehê bikin û skalayên xwe tomar bikin.
Kesên desteserkirî girêdayî PKKyê bûn û tevî rûdanên îsal, peywendî bi şewitandina sûka Lengeyê ya Hewlêrê, sûka Qeyseriyê ya Hewlêrê, Sûka Çelê ya Dihokê, Sûka Qeyseriyê ya Kerkûkê û çend sûkên din li salên 2022 û 2023ê ve heye.
Li dû itîrafên wan, wan niyet bû ku zêdetir sûkên bajarên Herêma Kurdistanê û Îraqê şewitandiban.