Encûmena Wezîran a Iraqê guhertinên îdarî yên parêzgeha Neynewayê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê nameyek ji Encûmena Parêzgeha Neynewayê re şand û daxwaz jê kir ku biryarên guhertina hejmarek qeymeqan û rêveberên yekeyên îdarî yên bajarok û nahiyan, rawestîne.
Komîteya Bilind a Hevahengiya Parêzgehan li Encûmena Wezîran a Iraqê nameyek ji Encûmena Parêzgeha Neynewayê re şand û tê de daxwaza rawestandina biryarên guhertina hejmarek qeymeqan û rêveberên yekeyên îdarî yên bajarok û nahiyan kir, ku duhî 2ê Tîrmehê derkiribûn.
Komîteya Bilind a Hevahengiya Parêzgehan de, BI pêwîst dît ku ji bo yekalîkirina vê pirsê, li benda nêrîna Encûmena Dewletê bimîne.
Ev yek piştî wê tê, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Neynewayê, civîna duhî ya encûmenê ku taybet bû bi destnîşankirina berpirsên îdarî yên navçe û qezayên parêzgeha Neynewayê, baykot kiribû.
Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê ji Fraksiyona PDKê Ehmed Nazim Duberdanî ji K24ê re ragihandibû: “Me civîn baykot kir, ji ber ku rojeva civînê neyasayî bû. Ev yek berûvajî naveroka nameya Sekretariya Encûmena Wezîran a Iraqê bû ku daxwaz kiribû guhertin di yekeyên îdarî yên parêzgehan de çênebin.”
Encûmena Parêzgeha Neynewayê bi bêyî amadebûna endamên Fraksiyona PDKê, Seydo Xeyrî wek Qeymeqamê Şingalê, Xelîl Habiş wek Qeymeqamê Teleferê, Reid Nasir wek Qeymeqamê Tilkêfê, Elî Salih Mazî wek Qeymeqamê Hezerê, Elî Mihemed Cideya wek Rêveberê Navçeya Şore û Usame Şahir wek Rêveberê Geyareyê destnîşan kirin.