Pinheiro: Sûriyên ji Libananê tên derkirin bi girtin û windabûnê re rûbirû dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Lêpirsînê ya bo Sûriyeyê Paulo Pinheiro dibêje, dema penaberên Sûrî tên vegerandin, metirsiyek cidî li ser wan çêdibe.

Pinheiro di rûniştina 56emîn a Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de tekez kir, penaberên Sûrî yên ku vê dawiyê ji welatên cîran vegeriyane, bi metirsiya girtin û windabûnê re rûbirû dimînin, herwiha ew dibînin ku mal û zeviyên wan wêrankirî ne û ti rê ji bo debara jiyana xwe li Sûriyê nabînin.

Pinheiro destnîşan kir, dagîrkirinên neqanûnî, desteserkirin û wêrankirina mal, zevî û milkên kesên derbider û penaberan bûne berdewam dikin, ji ber wê roj bi roj astengî li pêş vegera wan zehmettir dibe.

Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku dest ji gelê Sûriyeyê bernedin, ku 13 sal in di şer û pevçûnan de derbas bûne û pêwîst e piştgiriya wan zêdetir bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duhî 3ê Tîrmehê di raporekê de askere kir, ji destpêka sala 2024an ve, herî kêm 126 penaberên ku bi zorê ji Libnanê hatine vegerandin hatine girtin, di nav wan de 4 zarok û 3 jin hene.

Fly Erbil Advertisment