Serok Barzanî bi Serokê Partiya Teqedumê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi Serokê Partiya Teqedumê re civiya û pê re danûstandin li ser pirsa diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 04.07.2024) li bajarê Bexdayê bi Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî re civiya.
Tevî behskirina rewşa siyasî ya Îraqê û hevkêşeyan, danûstandin li ser mijara diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê û herwesa pabendbûna aliyan bi lihevkirina Hevpeymaniya Îdareya Dewletê û bicihanîna wan jî di wê hevdîtinê de hatin kirin.

