Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê dike

Serok Barzanî û Anil Bora Înan
Serok Barzanî û Anil Bora Înan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser peywendiyên aborî û siyasî yên navbera Îraqa federal û Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 04.07.2024) li bajarê Bexdayê pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora Înan kir.

Di wê civînê de, dawî pêşhat û rewşa siyasî ya Îraqê hatin behskirin û Serok Barzanî sedem û armancên serdana xwe ji bo Bexdayê berçav kirin û amaje jî da ku, rewşeke erênî di piroseya siyasî ya Îraqê de hatiye pêş ku mimkin e ji bo çarekirina arêşeyan derfeteke baş be.

Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê ragehand ku welatê wî piştevanê wê yekê ye ku arêşeyên siyasî yên Îraqê bi rêya diyalogê û hevfêmkirinê bên çarekirin û çi pêkhate neyên piştguhxistin.

Peywendiyên aborî û siyasî yên navbera Îraqa federal û Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

 

Fly Erbil Advertisment