Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Serokwezîrê Brîtanyayê yê nû dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê dike, ku wekî Serokwezîrê Brîtanyayê yê nû hatiye hilbijartin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 05.07.2024) li ser tora civakî ya Xê pîrozbahiya Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Keir Starmer kir, ku wekî Serokwezîrê Brîtanyayê yê nû hatiye hilbijartin.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye, “Rêzdar Keir Starmer, ez prozbahiya we dikim ku hûn wekî Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê hatine hilbijartin.
Ez gelek bi dilxweşî li bendê me ku bi we re kar bikim, ji bo berdewambûna li ser hevpariya navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê ya bihêz.”
Hilbijartinên Perlemana Brîtanyayê duhî (Pêncşem, 04.07.2024) hatin kirin û Partiya Karkeran a wî welatî serkeftineke mezin di hilbijartinan de bi dest xwe ve anî û dawî li 14 salên desthilatdariya Partiya Parêzeran anî.