Konseya Bajarê Diyarbekirê piştî 5 salan civiya

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê piştî 5 salan, Konseya Bajêr civîna xwe ya 29emîn ya asayî pêk anî. Reveberên saziyên sivîl li gel vexwendnameyê saziyên fermî beşdarî ve civîna bi banga hevşaredarên Diyarbekirê kombûyî, bûn. Serra Bucak jî ji bo 2 salan weke Hevseroka Lijneya Revebir hat bijartin.
Li Diyarbekirê piştî 5 salan Konseya Bajêr ku sala 2003 yê hatî avakirin, 29emîn civîna xwe ya asayî pêk anî. Di civîna li navenda çand û hunerê ya Çand Amed ê pêk hatî de endam û revebirên sazîyên sivîl, hevşaredarên şaredarîyên Diyarbekirê, parlementerên Diyarbekirê, hevşaredarên berê yên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Hulya Alokmen Uyanık hazir bûn. Piştî Dîwana civînê hat bijartin axaftin hatin kirin.
Di civinê de balhat kişandin ku Konseya Bajêr ji bo bajêr giring e û ji bo beşdarbûnê ji sazîyên fermî re jî vexwendname hatîne şandin, lê ew beşdar nebûne. Her wiha hat gotin ku revebirina bi hev re feydeyeke zêde dide bajêr û ji ber danîna qeyum û di demê qeyum de jî astengî hatine derxistin û sazîyên sivîl ji rêvebirina bajêr hiştine bê par.
Piştî axaftina hilbijartin hat pêkanîn ku hevşaredara şaredarîya bajêrê mezin a Diyarbekirê Serra Bucak weke hevseroka Lijneya Revebir a Konseyê hat bijatin. Hat gotin ku piştî demekê wê meclisên bajêr jî bêne bijartin û dest bi kar û xebatên xwe bikin.