Otomobîlek li ser rêya Diyarbekir-Çewlikê rastî êrîşekê hat: Kuştî û birîndar hene

Diyarbekir (K24) – Otomobîlek li ser rêya Diyarbekir û Çewligê rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Diyarbekir û Çewligê erebeyek hat gulebarankirin û di encamê de, yek jê zarok, yek jê jin, 6 kes birîndar bûn ku rewşa 3 kesan giran bû.
Hat zanîn, 2 kesên birînên wan giran bûn, li Nexweşxaneya Zankoya Dîcleyê canê xwe ji dest dane.
Hat zanîn ku kesên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane, navên wan: Hebûn Fahrîoglû û Reşît Akyol in.
Li gorî zanyariyan, rewşa zarokê birîndar jî giran e û derbarê bûyerê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.