Serokwezîr Mesrûr Barzanî sala nû ya Koçî li misilmanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê sala nû ya Koçî li misilmanan pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina sala nû ya Koçî 1446, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”
Herwiha got: “Em ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikin ku sala nû ya Koçî bibe sala xêr, aramî, pêşketin û bextewariyê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe jî amaje bi wê kir, “sala nû ya Koçî li hemû misilmanan pîroz be û her dem di xweşiyê de bin.”