Serok Barzanî: Hêvîdar im sersala Koçî bibe derfetek ji bo pêşxistina aştî û aramiyê li herêmê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê sala nû ya Koçî li misilmanan pîroz kir û hêvî xwast ev bone, bibe derfetek ji bo bihêzkirina çanda hevduqebûlkirinê û pêşxistina aştî, aramî û biratiyê li herêmê.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina sersala 1446`an a Koçî û yekê meha Muherremê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya bexteweriyê ji hemû kesan re dixwazim.”

Serok Barzanî dibêje: “Hêvîdar im ev boneya pîroz, bibe derfetek ji bo bihêzkirina çanda hevduqebûlkirinê û pêşxistina aştî, aramî û biratiyê li herêma me.”

Fly Erbil Advertisment