Dezgeha K24ê bi hevahengiya Zanîngeha Dihokê korseke rojnamevanî vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha K24ê bi hevahengiya Senterê Pêşxistina Karî yê Zanîngeha Dihokê korseke fêrbûna karê rojnamevaniyê ji bo hejmareke serkeftiyên zanîngehê vekir.

Bi serperiştiya her du rahêneran Selah Elî û Ebdulhemîd Zêbarî, Dezgeha K24ê îro (Yekşem, 07.07.2024) bi hevahengiya Senterê Pêşxistina Karî yê Zanîngeha Dihokê korseke fêrbûna karê rojnamevaniyê, bi bikaranîna mobîlên zîrek ji bo çêkirina nûçeyan ji bo tilevizyonan, ji hejmareke derçûyên wê zanîngehê re vekir.

Ew kors îro hat destpêkirin û heta 11ê vê mehê berdewam dibe, anku şeş rojan vedikêşe. Di wê korsê de, xwendekarên pişkdar fêrî çawaniya çêkirina nûçeyan ji bo tilevizyonan tên kirin, herwesa fêrî çend teknîkên wênegirtin û çêkirina raportenûçeyan tên kirin.

 

Fly Erbil Advertisment