Erebên li Efrînê bi cih bûne li dijî nêzîkbûna Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Erebên ku ji navçeyên din ên Sûriyeyê li Efrînê hatine bicihkirin, ji êrîşa li ser penaberên Sûrî li Qeyseriyê û ji asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê ne razî ne û dibêjin, ne ji mafê ti kesî bi zimanê wan biaxife û çarenivîsa wan diyar bike û dibêjin, ew qebûl nakin ku Tirkiye bazarê bi xwîna wan bikin.
Li Efrînê xwepêşandan greva erebên hawerde li dijî nêzîkatiya Tirkiye û Sûriyeyê ji aliyê erebên ku Tirkiyeyê li Efrînê bi cih kirine berdewam e. Xwepêşandar her nêzîkbûnekê di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê red dikin û wan li ser dirêjahiya 13 salan li ber xwe daye û ne ji mafê ti aliyekî ye ku bi navê wan biaxife.
Faris Zênedîn got: “Greva me li Efrînê û li bajarên din di roja xwe ya pêncan de berdewam dike. Daxwazên me ew e ku kuştina xwepêşanderan bê lêkolînkirin û berpirs bên cezakirin û malbatên şehîdan bên qerebûkirin. Herwiha hêzên Tirkiyeyê ji bajêr vekişin û hêzên hevpeymaniya opozîsyona Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya ji bin kontrola hikûmeta Tirkiyeyê derkevin.”
Mihemed Humsî dibêje: “Greva me berdewam e. Em nêzîkatiya bi rêjîma tawanbar re red dikin. Em lihevhatinê bi her awayekî wê qebûl nakin. Ne ji mafê ti kesî ye bi navê vî miletî biaxive û bazarê bi qurbaniyên wî bike.”
Erebên hawerde çend rojan li Efrîn û navçeyên din ên bakur û rojavayê Helebê, yên di destê artêşa Tirkiyeyê û çekdarên opozîsyona Sûriyeyê de ne, xwepêşandan li dijî êrîşa li penaberên Sûrî li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê û daxuyaniyên ku behsa asayîkirina pêwendiyên Tirkiye – Sûriyeyê dikin, derketibûn.
Di xwepêşandanan de jî, alozî derketin û hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar bi guleyan destêwerdan kirin û di encamê de 7 kes hatin kuştin û hejmarek xwepêşandar jî jî birîndar bûn.