Wezareta Bergiriyê ya Îraqê korseke şiyandinê vedike û Pêşmerge jî tevlî wê dibin

Logoya Wezareta Pêşmerge
Logoya Wezareta Pêşmerge

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye ku, Wezareta Bergiriyê ya Îraqê korseke şiyandinê vedike û ew Pêşmergeyên ku heza tevlîbûnê heye dikarin navên xwe tomar bikin.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 08.07.2024) parve kir, Wezareta Bergiriyê ya Îraqê îro (Duşem, 08.07.2024) di haydariyekê de amaje daye ku korsa 88ê ya şiyandinê vedike, her Pêşmergeyekî heza tevlîbûnê hebe dikare bi rêya yekîneya xwe peywendiyê bi Îdare û Mîreyên Wezareta Pêşmergeyê re bike.”

Tevî bicihanîna wan têbîniyên ku amaje jê re tê kirin ku, di dema 72 seetan de nav ji bo Wezareta Bergiriyê ya Îraqê tên şandin, lê pêdivî ye daxwazker derçûyên kolîja sivîl bin û jidayikbûyiyên 01.07.1994ê û di ser de bin, tevî wê jî ji pişkinînên pizişkî derbaz bibin û tevaya wan şertan tê de hebin ên ku li kolîjên serbazî tên peyrewkirin.

Fly Erbil Advertisment