Para duyê ya hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û welatiyên parêzgeha Silêmaniyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Para duyê ya hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmareke welatiyên tex û çînên sinorê parêzgeha Silêmaniyê li ser şaşe û platformên medyaya civakî ya K24ê hatin pêşkêşkirin.
Li destpêka wê hevdîtinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bixêrhatina kesên berhevbûyî dike û tevî diyarkirina dilxweşiya xwe ji bo civîna bi wan re dibêje, “Ez hêvîdar im ku em danûstandineke vekirî, xweyî û dostane bikin.”
Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hûrî û bi giringî ve guhdariya xwastek, daxwazî, pêdivîtî, pêşniyar û têbîniyên xelkî dike û bersiva pirsyarên wan dide.
Di pişka duyê ya wê hevdîtinê de, kesên berhevbûyî çend pirsyaran li ser arêşe û aloziyên ku xema tevahiyê ne arasteyî Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bersiva wan dide.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Para duyê ya danûstandinên min bi xelkê Silêmaniyê re. Me danûstadin li ser mûçe û tendirustî û koçkirinê û çend tewerên din kirin. Me bi hev re dîtin û nerînên xwe li ser zêdetir pêşveçûna Kurdistanê li hev guhertin.”