Hejmarek mezin ji parçeyên şûnwarî bo Iraqê hatin vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmareke mezin ji parçeyên şûnwarî yên Îraq yên ku di dema talankirina Muzexaneya Neteweyî ya Bexdayê de hatibûn dizîn, ku vedigerin serdema kevnar a Sumeran a 4,000 sal berê, ji Amerîkayê hatin vegerandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê bi merasîmekê ew parçeyên şûnwarî radestî Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê kir û biryar e bi vê boneyê jî merasîmek li Muzexaneya Niştimanî ya Iraqê were lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, di encama hewl û hevkariyeke mezin a wezaretên derve, rewşenbîrî û saziyên din ên hikûmetê de, çend parçeyên şûnwarî yên girîng radestî hevkarê xwe Wezîrê Rewşenbîrî dikim ku ji derve bo Iraqê hatine vegerandin.

Parçeyên şûnwarî ji hejmarek kûp, tabletên axî, nivîsên mîxî, kevirên xêzkirî û diravên kanzayî pêk tên, ku dîroka wan vedigere serdema kevnar a Sumeriyan, çar hezar sal berê.

Piştî Şerê Kendavê yê sala 1991ê û piştre şerê 2003an, Muzexaneya Niştimanî ya Iraqê hat talankirin û bi hezaran parçeyên şûnwarî winda bûn û hatin talankirin, heta niha hejmareke mezin ji van parçeyan hatine dîtin û piraniya wan hatine vegerandin cihên xwe.