Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferît Azad hat binçavkirin

Ferît Azad
Ferît Azad

Diyarbekir (K24) – Polîsên Diyarbekirê avêtin ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û malên endamên wê, di encamê de Berdevkê Platformê Ferît Azad hat binçavkirin. Herwiha biryara binçavkirina çend endamên din jî hatiye dayîn.

Platforma Ciwanên Serbixwe li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir, polîsan îro serê sibê demjimêr 05:00an, avêtin li ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamên platformê û Ferîd Azad jî hat binçavkirin.

Ji aliyê xwe ve, Parêzerê ciwanan, Sitki Zîlan ji K24ê re da zanîn, Ferîd Azad hatiye binçavkirin, ji bo 2 kesên din jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn, lê hêj nehatine dîtin.

Endamê Platformê Evdirehîm Şêrwanî jî ji hesabê xwe yê “X” parvekirinek wisa kir: “Operasyon li PCS'ê hate kirin. Saetek berê avêtine ser malê û pirsa du hevalan kirin. Hevalê me  Ferîd Azad, Evîn Azad û Canfîda niha em xwe nagîhînine wan.”

Platforma Ciwanên Serbixwe bi çalakiyên xwe yên derbarê zimanê kurdî de hatibûn rojevê ku li Qada Şêx Seîd bicivîneke çapemeniyê sûnd xwaribûn ku dê êdî bi zimanê kurdî biaxifin.