PWK: Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan

Diyarbekir (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) avêtine polîsan a li ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û binçavkirina endamên wê şermezar kir û got “Divê rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe demildest bêne berdan.

Polîsên Diyarbekirê îro 9ê Tîrmehê avêtin ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û malên endamên wê, di encamê de Berdevkê Platformê Ferît Azad hat binçavkirin. Herwiha biryara binçavkirina çend endamên din jî hatiye dayîn.

Di vê derbarê de Buroya Ragehandinê ya daxuyaniyek belav kir û tê de hat: “Li gorî agahdarîyên ku gihîştine ber destên me,  îro (09.07.2024) serê sibê, di  saet 05:00an de,  polîsên  Emnîyeta Dîyarbekirê avêtine  ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamên platformê û Ferîd Azad hatîye desteserkirin. Herweha, Platform nagihêje çend hevalên xwe.

PWKê ev êrîş û desteserkirina endamên plaformê şermezar kir û tekez kir, “Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan.”