Evîn Azad: Dixwazin ciwanên Kurdistanê bitirsînin û ji Kurdistanê derxînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Platforma Ciwanên Serbixwe Evîn Azad diyar kir, heta niha sedema binçavkirina endamên platformê nayê zanîn û doza wan li Mêrsînê birêve diçe.

Polîsên Diyarbekirê îro 9ê Tîrmehê avêtin ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û malên endamên wê, di encamê de Berdevkê Platformê Ferît Azad hat binçavkirin. Herwiha biryara binçavkirina çend endamên din jî hatiye dayîn.

Endama Platformê Evîn Azad li ser binçavkirina endamên platformê ji K24ê re got: “Heta 24 demjimêran hevdîtina bi Ferît Azad û hevalên me yên binçavkirî re hatiye qedexekirin. Ji parêzgarê ciwanan re gotine ku her sê hevalên me yên endamên PCSerbixwe dê li Mêrsînê bên mehkemekirin.”

Evîn Azad ku di heman demê de hevjîna Ferît Azad e da zanîn: “Di dema bi ser mala me de girtine ku 4 mêr û jinekê bûn û lêgerîn di male de dikirin. Polîsekî ji me re got: Hûn çima bi Tirkî naaxivin. Me jî ji wan re got ku me sûd xwariye em bi Kurdî biaxivin. Polîs got: Ez li şûna we bim, ez ê ji Tirkiyeyê derkevin. Ev jî ji me re wek peyamekê bû ku ew dixwazin ciwanên Kurdistanê bitirsînin û ji Kurdistanê derxînin. Me jî got ku em li Tirkiyeyê najîn, em li Kurdistanê dijîn, ev der Kurdistanê e û em jê dernakevin.”

li ser sedema binçavkirina Ferît Azad got: “Polîsa ti agahî li ser sedema girtinê nedan me. Tenê gotin doza hevalên me li Mêrsînê û ew ji aliyê dadgeha Mêrsînê ve tên xwastin.”