Dadgeheke Iraqê cezayê bidarvekirinê li hevjîna Bexdadî birî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeheke Iraqê biryara bidarvekirinê li hevjîna serkirdeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî birî, piştî ku ew bi tawana girtina jinên Êzîdî di mala xwe de, tometbar kir.

Encûmena Bilind a Dadwerî îro 10ê Tîrmehê ragihand, Dadgeha Tawanan a Kerxê, hevjîna serkirdeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bi tawana karkirina bi rêxistina tundrew re û girtina jinên Êzîdî di mala xwe de tometbar kir û cezayê bidarvekirinê lê birî.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Dadwerî di daxuyaniyekê de diyar kir, hevjîna Bexdadî jinên Êzidî di mala wê de girtin û piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ew ji Şingalê revandibûn.

Da zanîn jî: “Ev biryar li gorî bendên Çarem/1 û bendên Duyem 1 û 3 yên yasaya Dijeterorê ya hejmar 13 a sala 2005’an û li gorî bendên madeya 7/ Yekemîn a Yasaya Jinên Êzidî yên Rizgarbûyî ya hejmara 8 a sala 2021’an hatiye dayîn.”

Roja 16ê Sibata 2024ê, Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Iraqê ragihandibû, piştî diyarkirina nasname û cihên wan ên veşarî, hevjîn û keça serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî li welatekî cîranê Iraqê hatine girtin.

Pêştir, Parlamentera Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl piştrast kiribû ku hevjîna Bexdadî ya bi navê Asma Mihemed jî weke hevjînê xwe, destê wê di revandina jinên êzîdî de heye.

Viyan Dexîl di konferanseke rojnamevanî de roja 21ê Sibata 2024an got ku “hevjîna Ebûbekir Bexdadî kiryarên hovane yên girêdayî bazirganiya mirovan û destdirêjiya seksî li dijî keçên Êzîdî pêk anîne.”

Wê parlamentera Êzidî daxwaz ji hikûmeta federal kir jî, cezayên herî tund li gorî yasayan li dijî hevjîn û keça Ebûbekir Bexdadî, ji ber beşdarbûna wan di tawanande, bisepîne.

Fly Erbil Advertisment