Romanowski: Divê vegera awareyan bi dilxwazî û bi rûmet be

Alina Romanowski
Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski di gotarekê de di ragihandina rênmayên rêkxistina karûbarên penaxwazan li Herêma Kurdistanê de ragihand, pêwîst e vegera aware û penaberan ji bo warê wan bi dilxwazî û bi rûmet be, ne di bin ti zextan de be.

Romanowski di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya zêdetirî yek milyon aware û penaberan kiriye. Amerîka wek çawa rêzê li mafên mirovan digire, rêzê li rûmeta penaberan jî digire.”

Got jî: “Amerîka piştgiriya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) dike, ji bo ku alîkariya penaberan li seranserê cîhanê û bi taybetî li Iraqê bike. Rêxistinên navdewletî û nehikûmî jî dikarin rolekê di alîkarî û parastina jiyana penaberan de bilîzin, ji bo ku cihên guncayî ji bo jiyanê ji wan re hebin.”

Balyoza Amerîkayê got: “Ez bang li civaka navdewletî dikim ku jiyana aware û penaberên ku jiyana wan hîn di metirsiyê de ye biparêzin.”

Romanowski got: “Hîn hejmareke mezin a penaberan hene ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê nikarin vegerin malên xwe. Ji ber vê yekê ez bang li her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikim ku divê penaber bi rûmet vegerin warên xwe. Divê zext li ser aware û penaberan neyê kirin ku di kampan de bimînin an jî neçar bimînin ku vegerin welatê xwe, lê divê vegera wan bi rûmet û dilxwazî be.”

Balyoza navbirî tekez jî kir ku welatê wê ji sala 2003ê ve “zêdetirî milyar dolaran” wekî alîkarî ji bo penaber û awareyên Îraqê pêşkêş kirine, û li sala 2014ê “piştî êrîşa DAIŞê zêdetirî 3.6 milyar dolaran wekî alîkarî ji bo awareyan” pêşkêş kirine.

Balyoza Amerîkayê herwesa got, “Em ji bo alîkarîkirina awareyan rûbirûyî gelek astengan bûn, lê di ser hemî astengan re me ji bo alîkarîkirina awareyên Îraqê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û Neteweyên Yekgirtî û rêkxistinên din ên navdewletî re kar kir.”

Fly Erbil Advertisment