Îraq û Tirkiye lihevkirineke nû li ser vîzayan dikin

Alayên Îraq û Tirkiyeyê
Alayên Îraq û Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmetên Îraq û Tirkiyeyê li ser nehêlana vîzayê ji bo welatiyên hev ên ku jiyên wan di bin 15 saliyê û di ser 50 saliyê de ne li hev kir.

Wekîlê Wezareta Derve ya Îraqê Omer Berzincî ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Em bi Wezareta Derve ya Tirkiyeyê re gehiştin lihevkirinê ku vîza ji bo welatiyên jiyên wan di bin 15 saliyê û yên ku jiyên wan di ser 50 saliyê de ne ji aliyê her du welatan ve bên rakirin.”

Omer Berzincî herwesa got, “Ew lihevkirin li van nêzîkan bi awayekî fermî ji aliyê her du welatan ve tê bicihanîn, ji bo jiyên din jî piroseya wergirtina vîzayê wekî xwe dimîne.”

Wekîlê Wezareta Derve ya Îraqê eşkere jî kir ku, bi aliyên Tirkî re ji bo lihevguhertina wan zindaniyan ên ku tometên wan peywendî bi terorê ve nîne nêzî lihevkirinê bûne.

Fly Erbil Advertisment