Tirkiye: Me sê çekdarên PKKê li çiyayê Gareyî kirin armanc

Balafirên şerî yên Tirkiyeyê
Balafirên şerî yên Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê eşkere kir, sê çekdarên PKKê di çarçoveya operasyonekê de li çiyayê Gareyî kirine armanc.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê îro (Çarşem, 10.07.2024) di ragehandinekê de parve kir ku, operasyonên wan bi awayekî bibandor ji bo nehêlana terorê berdewam in, di wê çarçoveyê de jî sê çekdarên PKKê li çiyayî Gareyî kirine armanc.

Wê çavkaniyê amaje jî da ku, operasyonên wan dê berdewam bin.

Fly Erbil Advertisment