Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi beşdariya hemû aliyan dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna yekem a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî zêdetirî 8 mehan ji hilbijartinan, îro tê kirin.
Yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî hilbijartinên dawiya sala borî, biryar e îro 11ê Tîrmehê piştî nîvro, li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî were pêkanîn.
Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Parêzgeha Kerkûkê Merwan Anî ji peyamnêrê K24ê re ragihand, wan hemû amadekariyên bo yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê temam kirine.
Anî got jî: “Civîna ku tê çaverêkirin hemû aliyên siyasî tê de beşdar bibin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hilbijartina hikûmeta xwecihî û dabeşkirina postan, gaveke girîng e.”
Herwiha got: “Welatiyên Kerkûkê li benda pêkanîna hikûmeta nû ya xwecihî ne û daxwaza xizmetgûzariyên giştî dikin.”
Encûmena parêzgeha Kerkûkê ji 16 endaman pêk tê û ji bo lidarxistina civînê, pêwîstî bi piraniya sade ku 9 endaman in, heye.
Fraksiyona PKK: Emê beşdarî civînê bibin
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji K24ê re ragihand, ew weke Fraksiyona PDKê dê beşdarî civîna îro bibin.
Li gorî Hesen Mecîd, di civîna îro de Serok û Cîgirê serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nayên hilbijartin, ev civîn tenê ji bo “meşrûkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û lidarxistina civîna yekem e.
Derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de jî Serokê Fraksiyona PDKê got: “Heta niha aliyên siyasî li ser avakirina hikûmeta xwecihî û hilbijartina parêzgar li hev nekirine. Çend pêşniyar ji bo çareserkirina