Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê giheşte Hewlêrê û biryar e bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bicive.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî ji bo gotûbêjkirina zêdebûna aloziyên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, gihîşt Hewlêrê û dê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.
Ev yek piştî wê tê, Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê duhî bi serpereştiya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyabû û di civînê de êrîşa artêşa Tirkiyeyê ya li ser herêmên sînorî hate redkirin û bang li Tirkiyeyê hate kirin ku prensîbên cîrantiya li ber çavan werbigire.
Serokwezîrê Iraqê herwiha biryar da ku şandeke bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî bişîne Hewlêrê û rewşa ewlehiyê ya navçeyên sînorî bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gotûbêj bike.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler gotibû, welatê wî li ser avakirina korîdoreke ewlehiyê bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometreyan li ser sînorên xwe yên ligel Iraq û Sûriyeyê bi biryar e.
Ji sala 1984’an û vir ve, şer û aloziyên di navbera Tirkiye û PKK’ê de berdewam in, ev grûp ji aliyê Iraq, Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve weke “rêxistineke terorîst” hatiye binavkirin û li gorî amarên nefermî, zêdetirî 40 hezar kesî ji herdu aliyan hatine kuştin.