Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû lihevkirinekê ku hemî aliyan îmza kiribû, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo berî demeke kêm (Pêncşem, 11.07.2024) got, “Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatine nav hola civînê û civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dest pê kiriye.” Herwesa got, “Tevaya endaman berhev in û bernameya karî tê xwendin.”
Rakan Ciborî wekî biemirtirîn endamê wê encûmenê ew civîn bi rê ve bir û got, “Tevlîbûna hemî aliyan di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de gelek giring e, di demekê de ku ji sala 2005ê ve hilbijartinên Encûmena Parêzgehê li Kerkûkê nehatine kirin. Ev jî ji bo bicihanîna xizmetkarî û seqamgiriyê karekî gelek giring e.”
Navbirî amaje jî da, “Niha civîna yekê dest pê dike û em dê bizavê bikin ku danûstandinan Ii ser çend pirsan bikin, Kerkûk ji bo Îraqê gelek giring e û herwesa xelkê wê rolekê giring di çêkirina pêkvejiyanê li Îraqê de hebûye.”
Parêzgerê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Ciborî duhî (Çarşem, 10.07.2024) wekî endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li dadgehê sonda qanûnî xwar.