Şaxewan Ebdula: Kurdek dibe Parêzgerê Kerkûkê

Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat kirin û bendamana xelkê wê parêzgehê bidawî hat. Ev destpêka xêr û xweşiyan e û bi piştrastî ve Kurdek dibe Parêzgerê Kerkûkê.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula di konferanseke rojnamevanî de got, “Guhertin di îdareya Kerkûkê de tên kirin, gelek kesan wesa hizir dikir ku hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nayên kirin, lê vaye hilbijartin jî hatin kirin. Ev destpêka xêr û xweşiyan e ji bo parêzgeha Kerkûkê.”

Şaxewan Ebdula amaje jî da, “Em wekî şandeke Civata Nûnerên Îraqê hatine Kerkûkê, ji bo ku piştevaniya pêngavên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bikin, ji bo wan guhertinan ên ku dê li paşerojeke nêzîk çê bibin.”

Navbirî di derheqa hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê de eşkere kir, “Bi piştrastî ve Kurdek Kurdek dibe Parêzgerê Kerkûkê ji ber ku Kurdan piraniya kursiyên encûmenê bi dest xistine.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “lihevkirin di navbera hemî pêkhateyên parêzgehê de hatiye kirin ku pêkve bi hevparî îdareya parêzgehê bikin.”

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo îro (Pêncşem, 11.07.2024) seet 05:00 ê êvarê got, “Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatine nav hola civînê û civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dest pê kiriye.” Herwesa got, “Tevaya endaman berhev in û bernameya karî tê xwendin.”

Rakan Ciborî wekî biemirtirîn endamê wê encûmenê ew civîn bi rê ve bir û got, “Tevlîbûna hemî aliyan di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de gelek giring e, di demekê de ku ji sala 2005ê ve hilbijartinên Encûmena Parêzgehê li Kerkûkê nehatine kirin. Ev jî ji bo bicihanîna xizmetkarî û seqamgiriyê karekî gelek giring e.”

Navbirî amaje jî da, “Niha civîna yekê dest pê dike û em dê bizavê bikin ku danûstandinan Ii ser çend pirsan bikin, Kerkûk ji bo Îraqê gelek giring e û herwesa xelkê wê rolekê giring di çêkirina pêkvejiyanê li Îraqê de hebûye.”

Parêzgerê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Ciborî duhî (Çarşem, 10.07.2024) wekî endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li dadgehê sonda qanûnî xwar.

Fly Erbil Advertisment