Hesen Mecîd: Em rijd in ku parêzgerekî Kurd ji bo Kerkûkê deynin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Firaksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê eşkere dike, ew rijd in ku parêzgerekî Kurd ji bo Kerkûkê bi razîbûna tevaya alî û pêkhatan deynin, li ser postên din ên wê parêzgehê jî hevfêmkirin hebe.
Serokê Firaksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd îro (Pêncşem, 11.07.2024) ragehand, “Di dema 30 rojan de, bi awayekî qanûnî lihevkirin di navbera aliyên siyasî de tê kirin.”
Hesen Mecîd herwesa got, “Bi razîbûna hemî aliyan, lihevkirin ji bo parvekirina postan tê kirin û civîn ji bo wê yekê tên destpêkirin.”
Navbirî amaje jî da, “Em bizavê ji bo wê yekê dikin ku parêzgerekî Kurd ji bo Kerkûkê deynin, ku bibe sedema razîbûna hemî aliyan.”
Serokê Firaksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê eşkere jî kir, “Pêdivî ye li Kerkûkê hemî pirs bi lihevkirina di navbera aliyên siyasî de bin.”
Hesen Mecîd tekez jî kir, “Di dema 30 rojan de, divê parêzger û du cîgir bên diyarkirin, tevî yekalîkirina Serokê Encûmena Parêzgehê.”
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo îro (Pêncşem, 11.07.2024) seet 05:00 ê êvarê got, “Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatine nav hola civînê û civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dest pê kiriye.” Herwesa got, “Tevaya endaman berhev in û bernameya karî tê xwendin.”
Rakan Ciborî wekî biemirtirîn endamê wê encûmenê ew civîn bi rê ve bir û got, “Tevlîbûna hemî aliyan di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de gelek giring e, di demekê de ku ji sala 2005ê ve hilbijartinên Encûmena Parêzgehê li Kerkûkê nehatine kirin. Ev jî ji bo bicihanîna xizmetkarî û seqamgiriyê karekî gelek giring e.”
Navbirî amaje jî da, “Niha civîna yekê dest pê dike û em dê bizavê bikin ku danûstandinan Ii ser çend pirsan bikin, Kerkûk ji bo Îraqê gelek giring e û herwesa xelkê wê rolekê giring di çêkirina pêkvejiyanê li Îraqê de hebûye.”
Parêzgerê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Ciborî duhî (Çarşem, 10.07.2024) wekî endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li dadgehê sonda qanûnî xwar.