PWK biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe şermezar dike

Logoya PWKyê
Logoya PWKyê

Diyarbekir (K24) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li roja 9ê vê mehê polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) de girt û 4 endamên wê desteser kirin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek parve kir û tê de girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) şermezar dike.

Tekista şermezarkirina biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe ya PWKyê:

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li roja 9ê vê mehê polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê bi ser navenda PCSyê de girtibûn û 4 endamên wê hatibûn desteserkirin.

Li gorî agahdarîyên heyî, polîsan bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi ser navenda PCSyê de girtibûn û 4 endamên wê biribûn Mêrsînê.

Rêvebirên PCSyê îro (11.07.2024) derketin dadgehê. Dadgeha Mêrsînê bi hinceta “endamtîya PKK û KCKyê” biryara girtina Ferîd Azad û hevalê wî Behçet Çîftçî da. 2 endamên din ên PCSyê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Em vê biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û Behçet Çîftçî şermezar dikin.

Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo zimanê kurdî xebatê dimeşîne.

Girtina rêvebirên PCSyê, binpêkirina azadîya ramanî û xebata rêxistinî ye; nîşana dijayetîya zimanê kurdî ye.

11.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)