Amerîka tekezê li biserxistina piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hêzên wê dike

Dîmenekî wê civînê
Dîmenekî wê civînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di civîneke berfireh a navbera şandeke Amerîkayî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê de, danûstandin li ser piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan hatin kirin.

Îro (Pêncşem, 11.07.2024) civîneke berfireh bi amadebûna Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û berpirsên Wezareta Pêşmerge bi şandeke Amerîkayî re li Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Ew şanda Amerîkayî ji serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Daniel Shapiro û berhevbûna Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowel û Birêveberê Karûbarên Îraq û Sûriyeyê li Civata Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Nichol Softness û hejmareke berpirsên din ên serbazî pêk hatibû.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser pêngavên piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan hatin kirin, herwesa bal ji bo çawaniya derbazbûna ji arêşe û astengên di rêya wê de jî hat kêşan. Di vî warî de jî her du aliyan pabendiya xwe ji bo berdewamî û biserxistina wê piroseyê tekez kir.

Herwesa rewşa ewlehiyê û dawî pêşhatên berhingarbûna terorê û gef û metirsiyên DAIŞê li deverê mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

Ew şanda Amerîkayî her îro bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî civiya û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê ji aliyê xwe ve spasiya bizav û xebatên berdewam ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo biserxistina çaksaziyan û yekkirina hêzên Pêşmergeyan kir.

Navbirî amaje jî da ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî dê li ser piştevanîkirina hêza Pêşmegeyan ji bo rûbirûbûna gefên terorê û xasma yên teroristên DAIŞê berdewam bin.

Fly Erbil Advertisment