Ferîd Azad hat girtin
Diyarbekir (K24) - Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azadê ku hatibû binçavkirin li Mêrsînê derket dadgehê û biryara girtina wî hat dayîn.
Platforma Ciwanên Serbixwe ragihand ku Ferîd Azad ê hatibû binçavkirin bi biryara Dedgeha Sizayê Giran a 3. ya Mêrsînê hatiye girtin. Di derheqa wê biryarê de, PCSê duhî daxuyaniyek parve kir û tê de got:
“Îro (11.07.2024) hevalên me Ferid Azad û Behçet Çiftçi bi biryara Dadgeriya Mêrsînê ya Silhê ya 3. bi tawana endamtîya “Rêxistina Çekdarî ya Terorê” hatine girtin heta mehkemeyeke din. Hevalên me Mehmet Yucel û Ahmet Tepebaşi jî bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Em wekî Platforma Ciwanên Serbixwe didine zanîn ku em vê neheqîyê tu car qebûl nakin.
Têkilîya me ya organîk bi tu partî û rêxistinê ra tine ye û em îtham û etîketên bi vî şiklî ji rastîyê dûr tu car qebûl nakin!”