Mafnas: Êrîşa li cafeyên Diyarbekirê li dijî çanda pêkvejiyanê û geştiyariyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nava Sûra Diyarbekir 2 cafe rastî êrîşên çekdarî hatin, dema êrîşê de bombeyên bi dest hatine çêkirin hatin teqandin. Xwediyên cafeyan dibêjin ji xwe gef li wan dihat xwarin û kesên êrîş kirine gotine bila jin nekevin kuçeyên ku cafê lê ne. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Roja 11ê Tîrmehê demjimêr 23.30ê li Sûra dîrokî ya Diyarbekirê 2 cafeyên li pişt mizgefta mezin a dîrokî ne ji aliyê kesên rûyên wan pêçayî ve rastî êrîşê hatin. Êrîşkaran hem gulle berdan cafeyê û hem jî bombeyek destçêker teqandin ku wê demê mirov nava cafeyê de hebûn.

Xwediyê cafeyê dide zanîn ku berê jî gefa êrîşê li wan hatibû xwarin û kesên gef li wan xwarine jî gotine ew naxwazin jin bikevin kuçeyên ku cafê lê ne. Mafnas jî dibêjin divê rê ji bo belavbûna wê nêrîna xeternak nayê dayîn.

Mafnas û Xwediyê Kargeheke Surê Muharrem Erbay ji K24ê re got: “Kesên êrîş kirine dibêjin em bawermend in, ez bawer nakim ku ew kes bawermend bin, ji bilî xwe ti aliyekê qebûl nakin, dibêjin bila jin li kolanan negerin. Kêmasiya siyasetmedar û rewşenbîran jî vî warî de heye, divê herkes were nav Sûrê ku niha sûr bêxwedî maye.”

Mafnas jî û kesên li nava Sûrê dijîn jî dibêjin bûyerên bi vî rengî hem zirarê didin çanda pêkvejiyanê û hem jî li hember pêşketina Sûrê ya qada geştiyariyê de dibe astengiyek mezin ku ev yek  pêşî li geşepêdana  tevahiya bajêr digire.

Berdevkê Pêngava Çaksazî û Çavdêrıya Perwerdehiya Diyarbekirê Profesor Azîz Yagan dibêje: “Kesên diçin Venedîk û Romayê ji ber ku xwe li wê derê di ewlehiyê de hîs dikin diçin. Herkesê ku bixwaze divê bikaribe were nav Sûrê û bi awayeke azad û nava ewlehiyê de bigere. Sûr roniya çavê cîhanê ye, divê her alî bertek nîşan bide û li sûrê xwedî derbikeve”

Rewşenbîr di wê baweriyê de ne ku erîşa li surê pêk hatî derbek mezin li geştiyariyê jî dide û ji bo geşepêdana bajêr jî dibepirsgirêkek mezin.