PWK: Me jenosîda Gelîyê Zîlanê ji bîr nekirîye û em ji bîr nakin jî
Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek di 94 saliya jenosîda Gelîyê Zîlanê de belav kir û tê de ragihand, “Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
Peyama Buroya PWKê wiha ye:
Di dema Serîhildana Agirîyê de, di roja 13yê Temûza 1930an de Dewleta Tirkîyeyê li Gelîyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî.
Jenosîd bi fermandarîyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordîya Dewleta Tirkîyeyê hate li dar xistin. Di Jenosîda Gelîyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetil kirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.
Di 94emîn salvegera Jenosîda Gelîyê Zîlanê de em careke din dibêjin ku me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî.
Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.