MSD hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê boykot dike

Navenda Nûçeyan (K24) – MSDê hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê boykot kir û diyar kir ku divê çareseriyeke giştî li gorî biryara navdewletî (2254) pêk bê.

Biryara hilbijartinên Encûmena Nûneran (parlamento) roja 15ˊê Tîrmehê bên kirin, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî li ser van hilbijartinan di daxuyaniyekê de ragihand, ew van hilbijartinan boykot dikin.

Herwiha MSDê bang li gelê Sûriyeyê, tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk kir jî ku beşdarî hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê nebin û got: “Em girîngiyê didin çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara navdewletî 2254. Ji ber ku ew biryar rêya çareserkirina krîza Sûriyeyê û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê ye.

MSDê amaje bi wê jî kir, “Em bang li civaka navdewletî dikin ku zexteke aktîf li tevahî aliyan bikin ku bi awayekî cidî beşdarî rêveçûna çareseriya siyasî bin, zemîneke guncayî ji bo xebata veguhastina siyasî ya rasteqîn ava bikin.”

MSDê diyar kir jî, “MSD bi xebata ji bo yekitiya Sûriyeyeke, demokratîk û pirengî pabend e ku ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî be. Em bang li tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk ên li Sûriyeyê dikin ku hêzên xwe bikin ku eniyeke nîştimanî ya mezin ava bikin.”

Tekez kir jî, “Em MSDê amade ne beşdarî her însiyatîfeke cidî ku bi armanca veguhastina siyasî ya rasteqîn bin. Em hewlesta aşkera dibêjin em pabendî têkoşîna gelê Sûriyeyê ya ji bo azadî, rûmet û dadperweriyê ne.”