Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî malên du taxên Kelarê bi dana perçeyên erdî tên qerebûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, malên her du taxên Lîwaya Reş û Cemelona Qezaya Kelarê bi dana perçeyên erdî tên qerebûkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, malên her du taxên Lîwaya Reş û Cemelona Qezaya Kelarê ku ji 163 malan pêk hatine, her yek ji wan bi perçeyeke erdî ya 200 metrî tê qerebûkirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa amaje jî daye, “Niha tevaya rêkarên qerebûkirinê bidawî hatine û di nêzîktirîn dem de perçeyên erdî dê jê re bên dan.”