Tanrikulu: Derdora gola zarok tê de xeniqîne nîşaneyên hişyariyê nehatine danîn

Diyarbekir (K24) – Parlementerê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu serdana malbata 2 ciwanên ku Pêncşema borî xeniqîbûn kir. Sezgîn Tanrikulu amaje kir ku ji ber nebûna bergiriyan zarok xeniqîne û divê li deverên wisa nîşaneyên hişyariyê werin danîn.
Pêncşema borî li gundê Embara Karazê di golekê de 2 pismamên bi navên Enes Orûç û Mehmet Orûç xeniqîbûn. Parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu jî serdana malbatên zarokên xeniqîne kir.
Di serdanê de Tanrikulu da zanîn, ew gola zarok tê de xeniqîne 10 sal berê ji aliyê Saziya Kar û Barên Avê ya Dewletê (DSİ) ve hatiye vekirin û salek berê jî av lê hatiye komkirin ku li derdora golê jî qet nîşaneyek hişyariyê nehatiye danîn.
Tanrikulu dibêje ji bo avdana deşta Bismilê ew gol hatiye dirustkirin, lê qet li dora golê bergiriyek nehatiye wergirtin.
Tanrikulu amaje kir ku divê lêpirsînek ciddî were kirin, divê serdozgeriya komarî li ser vê mijarê bisekine û bang kir ku bila demildest nîşaneyên hişyariyê derdora golê werin danîn, ji berk u hewa germ e û zarok û ciwan dixwazin xwe hênik bikin û dikevin avê.
Parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu sersaxî ji malbatan re xwest û da zanîn ku ewê di parlementoyê de jî vê mijarê bîne rojevê.