Dijeterora Îraqê: Hevahengiya me bi Herêma Kurdistanê û dezgehên hewalgirî re berdewam e

Dijeterora Îraqê
Dijeterora Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Dijeterora Îraqê amajeyê dide, “Di operasyoneke hevpar de bi Herêma Kurdistanê re, me zêdetirî deh teroristan ji pileyên cuda cuda desteser kirine.”

Berdevkê Dezgeha Dijeterora Îraqê Sebah Numan îro (Duşem, 15.07.2024) ragehand ku, di dema nîva yekê ya îsal de bi hevahengî bi Herêma Kurdistanê re karîne 11 terorsitên piledar ji pileyên cuda cuda desteser bikin, ku çar ji wan li dû madeya çarê hatine desteserkirin.”

Sebah Numan amaje jî da ku, hevahengiya wan bi Herêma Kurdistanê û dezgehên hewalgirî re berdewam e û ew hevahengî jî berdewam pêş dikeve û di encamê de jî ewlehiya deverên sinorî yên navbera Herêma Kurdistanê û navendê hatiye kontirolkirin.

Navibrî bal kêşa ser wê yekê jî ku, hevahengiya berdewam bi Herêma Kurdistanê re wesa kiriye ku “rasterast stûna pişta teroristan bişkînin”.

Berdevkê Dezgeha Dijeterora Îraqê tekez jî kir ku, operasyonên ewlehiyê li deverên cografî yên sext ku teroristan kirine cihê binecihbûn û kiryarên xwe yên teroristî berdewam in.

Fly Erbil Advertisment