Dîndar Zêbarî: Navendên çareserkirina bikarhênerên madeyên hişbir ava dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê Mark Straw û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Zêbarî behsa plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo mafên mirovan kir û got: Di warê cîbicîkirina raspardeyên navdewletî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin daye wê planê û niha ew plan ketiye qonaxa cîbicîkirinê û proseyê gavên baş avêtine û me çend rêkar ji bo bilezkirina proseyê derxistine.
Zêbarê da zanîn: Hevahengiya me ya baş û berdewam li gel aliyên peywendîdar ên hikûmeta federalî heye, di warê mafên mirovan bi giştî û rêkeftinên ku Iraqê di vî warî de pesend kirine. Bi taybetî jî li gel wezaretên dad û derve yên hikûmeta federal. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li kêleka hikûmeta federal li ser asta derve beşdariyeke aktîf dike û ev yek jî pêgeha Herêma Kurdistanê û Bexdayê di cîbicîkirina rapardeyên navdewletî yên mafên mirovan de bihêztir kiriye.
Derbarê mijarên bazirganiya mirovan, madeyên hişbir û bandorên derûnî de jî Zêbarî got: Herêma Kurdistanê ji ber cihê xwe yê cografî, niha rêya derbasbûna bazirganiya madeyên hişbir e. Hejmara bikarhêneran her diçe zêde dibe û hêzên çekdar ên ne Iraqî rolek neyînî di vî warî de dilîzin, nemaze li deverên cihê nakokiyê.
Diyar kir jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo avakirina navendên rehabîlîtasyonê dike û di çarçoveya çaksaziyan de dest bi vê pêngavê kiriye û biryar e di demek nêzîk de li bajaran navendên nû û nûjen li gorî pîvanên navdewletî ava bike. Lê pêwîstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkarî û hevahengiya zêdetir ji aliyên navdewletî di şerê li dijî vê nexweşiyê de heye.
Zêbarî amaje bi wê jî kir, ji bo jinavbirina qaçaxçîtiya mirovan, gelek gav hatin avêtin û çend kes û kompanya ji ber vî karî hatin cezakirin.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî bal kişand ser mijara azadiya rojnamevanî û derbirînê û da zanîn, ev yek ji stûnên sereke yên mafên mirovan in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide wan. Li Herêma Kurdistanê ev her du mijar bi yasayekê hatine birêkxistin û li gorî yasayên cîbicîkar, bi sedan dezgehên ragihandinê bi azadî kar dikin. Herwiha rola Dezgeha Dadwerî di çareserkirina dosyayên rojnamevaniyê de heye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekane desteya cîbicîkirina fermanên dadweriya Herêma Kurdistanê ye.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Amerîkayê Mark Straw, hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rûbirûbûna madeyên hişbir û bazirganiya mirovan de bilind nirxand, ku niha Herêm mînakeke erênî ye. Herwiha amadebûna xwe ji bo hevkarî, hevahengî û karê hevbeş di paşerojê de jî nîşan da.