Ji ber hebûna PKKê gelek gundên Xiristiyanan vala bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Hebûna çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê bûye metirsî li ser jiyana welatiyên gundan, bê cudahiya navçe û pêkhateyên olî û neteweyî heye.
Li parêzgeha Dihokê gelek gundên Xiristiyanan ji ber hebûna çekdarên PKKê û êrişên firokeyên şer ên Tirkiyeyê vala bûne. Bi taybet piştî êrişa artêşa Tirkiyeyê li ser baregeh û şaneyên PKKê, gundî hîn bêhtir koçber û perîşan bûne.
Gundê Dorê yê ser bi bajarokê Kanî Masê ve ye û rûniştvanên wî Xiristiyan in, beşeke mezin ji xelkê wî ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de derketine û çûne deverên din ên nêzîkî Duhokê.
Welatiyê Xiristiyan Ziya Îşa got: “Ev 34 sal in ez li vir dijîm û nikarin ji gund dûr bikevin. Ji ber ku niha şerê di navbera PKK û leşkerên Tirk de nêzî gund dibe, ji bo me bûne metirsî û em koçber bûne.”
Welatiyekî din ê Xiristiyan dibêje: “Salek û şeş meh in em ji gund derketine û em nikarin vegerin. Ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de, me 5 gundên nêzî hev, bi mal û milkê xwe li pişt xwe hiştin û em nizanin çi wêranî bi ser de hatine.”
Ji gundên Xiristiyanên Girê, Milexta, Serdeşt, Helawa û Xorêj ên ser bi bajarokê Kanî Masî ve, di van salên dawî de 250 malbatan ji ber hebûna PKK'ê ji malên xwe derketine.
Gundî ji ber terikandina zevî û baxçeyên xwe, ziyanên madî yên mezin dîtine. Hin gundên din ên li vê deverê tevî hemû xeterî û pirsgirêkên ewlekariyê jî, lê hîn jî gundên xwe derneketine.
Welatiyê Xiristiyan Gorgîs Adem dibêje: “Rewş aloz e û gelek ziyan gihiştiye welatiyan. Ev yek bûye sedem ku welatî careke din berê xwe bidin bajaran. Cotkar û baxçevan zirareke mezin dîtine û zevî û baxçeyên wan şewitîne.”
Li gorî amaran, ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê de, li bajarokê Amêdiyê yê bi parêzgeha Dihokê, nêzîkî 300 malbatên gundan, ji malên xwe derketin û koçberî navçeyên aram ên parêzgeha Dihokê bûne. Di nav wan de jî, zêdetirî 180 malbatên Xiristiyan hene.
Tirs heye ku ji ber dirêjbûna û berfirehbûna şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de, carek din mîna Enfala Badînan a salên 1980ê, piraniya gundan vala bibin.