Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Balyozê Rûsyayê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê dike, pê re jî danûstandinan li ser hejmareke pirsên navbera xwe dike û herwesa behsa karê weberhênerên Rûsyayê li Kurdistanê jî dike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro (Sêşem, 16.07.2024) pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser dawî pêşhatên rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Îraqê û deverê û bandora wê li ser welat û gelên deverê kir.
Her du aliyan behsa peywendiyên dêrîn ên navbera gelê Kurdistanê û Rûpsyayê jî kir, xasma piştî penabirina Barzaniyê Nemir ji bo Yekîtiya Soviyeta Berê û girêdana peywendiyên mukom bi serkirdeyên siyasî yên Rûsyayê re.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê behsa rolê kompaniyên Rûsyayî di bicihanîna pirojeyên cuda cuda yên weberhênanê li Herêma Kurdistanê de kir, xasma rolê kompaniya Roz Neftê di pirojeyên neftê de.
Faris Îsa tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyê bi karê kompaniyên Rûsyayî li Herêma Kurdistanê di hemî waran de dide.
Balyozê Rûsyayê li Îraqê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser mukomkirina peywendiyên navbera Mosko û Hewlêrê di hemî waran de kir. Herwesa spasî û rêzên xwe ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kirin, ji bo çarekirina arêşeyên darayî yên hejmareke şareza û endazyarên kompaniyên Rûsyayê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin.
Elbrus Kutrashev ecêbmana xwe ji bo pêşkeftinên Herêma Kurdistanê diyar kir, ku di hemî waran de diyar e. Herwesa got ku, welatê wî giringiyeke taybet bi peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dide.