Dadgeha Daqûqê li ser skalaya Erebên hawirdekirî sê ciwanên Kurd zindan kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Erebên hawirdekirî li sinorê Daqûqê êrîşî cotyarên Kurd dikin û daxwaza berdana zeviyên çandinê jê dikin. Li dû gotina yek ji cotyarên wê deverê, Erebên hawirdekirî piştî ku êrîşî ser sê ciwanên Daqûqê dikin skalayê jî li ser wan tomar dikin.
Ev çend roj in ku sê cotyarên Kurd ji gundê Mensûrê yê sinorê Heftexarê li ser skalaya Erebên hawirdekirî ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine desteserkirin, dadgeha Daqûqê jî bi madeya 430ê heta dema darizandina wan ji bo dema 10 rojan biryara zindanîkirinê jê re derxistiye.
Mihemed Îbrahîm ji Civata Gundê Mensûrê amaje da, “Hemî postên îdarî yên deverê di destên Ereban de ne, lewma pêşbînî tê kirin ku rewşa Kurdan li deverê xirabtir jî bibe.”
Xalid û Saman ku birayên hev in û pismamekê wan bi navê Mihemed, ji aliyê Erebên hawirdekirî ve êrîşî wan tê kirin. Li şûna desteserkirina êrîşkeran, artêşa Îraqê ew desteser kirine û sivkatiyê pê dikin.
Necat Hîdayet ku babê yek ji wan ciwanên desteserkirî ye got, “Kurên me çi nekiribû, hatin desteserkirin. Em wê yekê dipirsin ka çima Ereb jî desteser nekirine.”
Erebên hawirdekirî li serdema rijêma berê ji bo sinorê Daqûqê hatibûn veguhastin, piştî 16ê Cotmeha 2017ê ew dîsa vegeriyan û heft hezar donemên erdê cotyarên Kurd li her sê gundê Mensûr, Ferîq û Yengîceyê yên sinorê Daqûqê ku milkê cotyarên Kurd in dagir kirin.
Erebên hawirdekirî bi dehan awa û rêyên cuda yên pilangêriyan ji bo dagirkirina erdê cotyarên Kurd li wê deverê bi piştevaniya artêşa Îraqê bi cih tînin, armanc jî ew e ku bi wê rêyê dixwazin givaştinê bixin ser cotyarên Kurd ku gundên xwe brbidin.