Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirojeyekê “wekî diyarî” ji xelkê Hewlêrê re radigehîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê dibêje, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pirojeyekê bi merema çarekirina arêşeya kêmaviyê “wekî mizgînî û diyarî” ji xelkê Hewlêrê re radigehîne.”

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Çarşem, 17.07.2024) berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan dana, paşî di daxuyaniyeke rojnamevanî de behsa pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina arêşeya kêmaviyê li sinorê wê parêzgehê kir.

Umêd Xoşnaw ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paşerojeke nêzîk pirojeyeke stratejîk ji bo çarekirina arêşeya kêmaviyê wekî mizgînî û diyarî ji xelkê hewlêrê re radigehîne.”

Navbirî herwesa got, “Ew pirojeya ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigehîne niha di qonaxa dawiyê ya bicihanînê de ye û bi temambûna wê, arêşeya kêmaviyê li tevaya sinorê parêzgeha Hewlêrê tê çarekirin.”

Parêzgerê Hewlêrê tekez jî kir, “Çarekirina arêşeya kêmaviyê li nav bajarê Hewlêrê ji karên pêşiyê yên karnameya Kabîneya Nehê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe ye.” Herwesa got, “Li piraniya taxan arêşeya gehandin û parvekirina ava pakij hatiye çarekirina, cihên mayî jî li paşerojeke nêzîk arêşeyên wan dê bên çarekirin.”

Umêd Xoşnaw pêdivî dibîne ku medya û rêberên dînî ji bo şiyarkirina welatiyan li ser çawaniya bikaranîna ava pakij û zêde bikarneanîna wê alîkar bin.

Fly Erbil Advertisment